Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kustina leskerî xwe ragihand
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina leşkerî xwe li di nav axa Başûrê Kurdistanê de ragihand.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîl di nav axa Herêma Kurdistanê de, çawişê pispor ê bi navê Serhat Bal di şerê ligel PKKê hatiye kuştin.
Herwiha, roja 2ê Temûza 2022ê jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê eşkere kiribû ku leşkerekî wan li navçeya operasyona Pençe-Kîlîl can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin