Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê: Helîkoptereke leskerî ya Tikiyê li Herêma Kurdistanê ket xwarê
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ketiye xwarê û hejmarek leşker jî tê de bûn.
Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn, do 4ê Îlonê li herêma “Operasyona Pençe-Kilîtê” helîkoptreke wan a bi cûreya Skorsky ji ber sedemên teknîkî ketiye xwarê.
Herwiha di berdewamiyê de destnîşan kir, ji 8 leşkerên ku di helîkopterê de bûn, 7 leşker hatine rizgarkirin û ji bo rizgarkirina leşkerê din jî hewlên wan berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin