Tehdîda bombeyî ji bo balafira Air Indiayê hat kirin û balafir xwe danî Kanadayê

15 October 2024 21:35 0 dîtin
Tehdîda bombeyî ji bo balafira Air Indiayê hat kirin û balafir xwe danî Kanadayê

PeyamaKurd – Şîrketa seferên hewayî ya bi navê Air India dema balafira şîrketê sefera DYAyê dikir, tehdîda bombeyî li serê hat kirin û piştî tehdîd di ser înternetê de hat kirin, balafira sefera jimara wê AI127, li balafirgeha bajarê Iqaluitê yê Kanadayê danî.

Hat ragihandin ku balafir ji Hindistanê ji bajarê Delhi ya Nû diçû bajarê DYAyê Chicagoyê. Hat gotin ku ne tenê şîrketa rêyên hewayî Air India lê şîrketên din yên Hindistanê, di demên dawiyê de tên tehdîdkirin.

Piştî ragihandina tehdîdê ya di rêya internetê de û ku balafir xwe danî Kanadayê, îxbara hat kirin derew derketiye. Li ser îxbarên derew an rast, şîrketên Hindistanê gelek seferên xwe betal kirin.