Balafira Hindistanê di wexta perwerdê de ket

07 March 2025 21:38 0 dîtin
Balafira Hindistanê di wexta perwerdê de ket

PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Haryanayê balafira şer di wexta perwerdê de ket xwarê û ajotvanê (pîlot) wê bi kursiya avêtinê xwe avêt û rizgar bû. Li ser bûyerê lêpirsînê destpêkir.

Hêzên hewayî yên Hindistanê di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku di wexta perwerdê de, balafira şer li bajarê Ambala ketiye.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku qeza ji ber sîstemê ariza çêbûye û pîlot karibiye berya balafir bikeve, xwe ji balafirê bi sîstema pekandina kursiyê xwe bavêje.