Balafira Hindistanê ji ber îxbara bombeyê daket Erziromê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafireke rêwiyan a Kompaniya Rêhewayê ya Vîstarayê ya sefera Hindistan-Almanyayê dikir, li ser îxbara bombeyê neçar ma dakeve balafirgeha bajarê Erzirom a li Bakurê Kurdistanê.
Li gorî medya Tirk, piştî daketina balafirê tîmên AFAD, tenduristî, polîs û îtfaiyeyê sewqî balafirgehê hatin kirin.
Hate zanîn ku rêwiyên di balafirê da hatin tehliyekirin û li kabînê û beşa kargoyê lêgerîna berfireh hatiye destpêkirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand, lêgerîna di balafira rêwiyan didome û wiha got: "Îro di destavxaneya balafira rêwiyan a Rêhewayên Vîstarayê ya bi jimareya seferê ya VTI027 a ku sefera Mumbaî-Frankfurtê dikir de kaxizeke li serê 'di balafirê de bombe heye' hat dîtin û li ser vê îxbarê balafirê dora saet 16.30î da acîl li Balafirgeha me ya Erziromê danî. 234 rêwî û 13 muretebatên di balafirê de bêpirsgirêk hatin peyakirin, bi 2 pisporên îmhekirina bombeyan û seyekî lêgerînê di nav balafirê da lêgerînê didomînin."
Herwiha Yerlîkaya da zanîn, li Balafirgeha Erziromê heta saet 21.00 ji ber rewşa acîl destûr nayê dayîn ku balafir dakevin û rabin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin