Cizîr | Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi operasyonekê 9 kes desteser kirin
PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, bi operasyonekê 9 kes desteser kirin.
Li gor zanyariyan, Polîsên Tevgera Taybet ên Tirkiyê îro 29ê Cotmeha 2022ê di saetên sibehê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di operasyonekê de girtin ser çend navnîşanan û di encamê de 9 kes desteser kirin.
Herwiha Ajansa Mezopotamyayê jî destnîşan kiriye, di operasyonê de ciwanên bi navên Hozan Gokalp, Tatar Gokalp, Ridvan Turel, Nurullah Kuramî, Recep Turan, Gogan Geçgel, Burhan Macak, Ahmet Turug û Ceger Cagini hatine desteserkirin.
Herwiha hat eşkerekirin, kesên desteserkirî birine Rêveberiya Ewlekariyê ya Cizîrê û sedema desteserkirina wan nehatiye zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin