Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi hinceta PKKê dest bi operasyonekê kirin

05 August 2022 13:01 0 dîtin
Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi hinceta PKKê dest bi operasyonekê kirin

PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li parêzgeha Mêrsînê, bi hinceta PKKê dest bi operasyoneke bi navê “Paqijkirin 2” kirin û hewl didin 5 kesan desteser bikin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, bi tohmeta “endamtiya PKKê” derbarê 5 kesan de biryara desteserkirinê da û di çarçoveya biryara serdozgeriyê de, ji bo desteserkirina 5 kesan, îro 5ê Tebaxa 2022ê dest bi operasyonekê kirin.

Herwiha ajansa fermî ya Tirkiyê diyar kiriye, di operasyonê de 250 polîs beşdar bûne, operasyon berdewam e û heta niha nehatiye eşkerekirin ku çend kes hatine desteserkirin.