Wan | Hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 6 kes girtin

29 August 2022 13:04 0 dîtin
Wan | Hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 6 kes girtin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê, li parêzgeha Wanê bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan kirine 6 kes girtin.

Li gor Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê diyar kir, di rojên navbera 22-28ê Tebaxê, di 7 operasyonên cuda de bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan kirine 24 gumanbar hatine desteserkirin.

Herwiha piştî wergirtina îfadeyên, 24 kes şandin dadgehê û Dadgeha Wanê derbarê 6 kesan de biryara girtinê da û 18 kes jî hatin berdan.

Hat zanîn ku dadgehê dest danî ser 5 otomobîlên ku bo qaçaxçîtiyê dihatin bikaranîn.