Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 11 rêveber û endamên HDPê yên jin desteser kirin
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, li parêzgeha Batmanê ya Bakurê Kurdistanê, Hevseroka Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz ku ji kar hatiye dûrxistin jî di nav de, 11 rêveber û endamên HDPê yên jin desteser kirin.
Li gor HDP JIN (HDP Kadin) li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye, îro 31ê Gulana 2022ê li parêzgeha Batmanê rêveber û endamên partiya wan hatine desteserkirin û gotiye: “Polîsan bi ser malan de girtine û hevserokên me yên şaredariyan, rêveberên navçe û bajaran û çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatine desteserkirin.
Herwiha hatiye eşkerekirin: “Desthilat bi operasyonên siyasî yên qirqirinê dixwaze tola krîza xwe bistîne. Wê desthilat wenda bike, jin bi ser kevin.”
Kesên hatine desteserkirin ev in:
Hevseroka Şaredariya Batmanê Songul Korkmaz, Hevseroka Şaredariya Bekirhan Gulistan Sonuk, Hevseroka Şaredariya Hezo Nazime Avci, Hevseroka berê ya HDPê ya Batmanê Fatma Ablay, Endama Meclisa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Hevseroka Navenda HDPê Gurbet Dogan, Çalakvanên TJAyê Gurbet Bozyigit, Halide Keser, Gulnur Deli, Zeynep Oduncu û Ruken Zeryam.
Hat ragihandin, 11 kesên hatine desteserkirin birine Rêveberiya Asayişê ya Batmanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin