Wan | Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 30 koçber desteser kirin

26 August 2022 13:03 0 dîtin
Wan | Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 30 koçber desteser kirin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ve, 30 koçber desteser kirin.

Li gor Parêzgariya Wanê bi dauxyaniyekê diyar kir, hêzên ewlekariyê li navçeya Westanê ya Wanê do Pêncşemê di 25ê Tebaxa 2022yan de li ser zanyariyên derbarê qaçaxçîtiya koçberan de operasyonek pêk anîn.

Herwiha hat eşkerekirin, hêzên ewlekariyê li navçeya Westanê di xaleke pişkînînê de xwestine otomobîlekê rawestînin, lê şofêrê otomobîlê nerawestiyaye û reviyaye. Piştî demekê otomobîl hatiye girtin û di nav de 30 koçber hatine desteserkirin.

Di berdewamiyê de Parêzgariya Wanê daye zanîn, 2 kes bi tohmeta “qaçaxçîtiya koçberan” ji aliyê dadgehê ve hatine girtin.