Hêzên ewlehiyê 12 koçberên Afxanî û 2 qaçaxçî desteser kirin
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Wanê li navçeya navendî ya Tûşbayê ser bi parêzgeha Wanê ve, 12 koçberên Afxanî û 2 qaçaxçî desteser kirin.
Li gor zanyariyan, li navçeya Tûşbayê polîsên Rêveberiya Ewlekariya Wanê, li ser agahiyan li Taxa Beyuzumiyê bi ser malekê de girtin û di encama operasyonê de di nav de zarok jî 12 koçberên Afxanî hatin desteserkirin. Koçber radestî Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî û Qaçaxçitiyê ya Rêveberiya Ewlekariya Wanê kirin.
Herwiha welatiyên bi navê I.T. û S.S. bi hinceta qaçaxçîtiyê hatin desteserkirin.
Li navçeya Ebexê ya Wanê jî do sibehê, 15 koçber hatibûn desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin