Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê 88 koçber desteser kirin

01 August 2022 13:02 0 dîtin
Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê 88 koçber desteser kirin

PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li parêzgeha Kirklareliyê, 88 koçber desteser kirin.

Hêzên cendirmeyan li navçeya Luleburgazê li ser giliyê welatiyan girtin ser cihekî bêhnvedanê û di nav 3 mînîbusan de 88 koçber desteser kirin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê diyar kiriye, koçberên desteserkirî Sûrî û Yemenî ne.

Herwiha bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan jî 7 kes hatin desteserkirin ku 4 kes ji wan welatiyên Sûriyê ne.

Hat ragihandin ku kesên desteserkirî piştî wergirtina îfadeyan bo dadgehê hatin şandin. Dadgehê derbarê 7 kesan de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê. 88 koçber jî bi armanca paş de vegerandinê radestî Navenda Paşde Vegerandinê ya Pehlivankoyê kirin.