Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li Mêrsînê 5 kesên din girtin

03 October 2022 10:00 0 dîtin
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li Mêrsînê 5 kesên din girtin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li Mêrsînê 5 kesên din ji ber kuştina polîsekî girtin û bi vê re hêjmara kesên hatine girtin, gihîşt şeş kesan.

Li Mêrsînê di 26ê Îlonê de, di encama êrîşeke li dijî komelgeha niştecihbûnê ya teybet bi polîsan de, polîsekî Tirkiyê hatibû kuştin û çar kes jî birîndar bibûn. Roja 27 û 28ê Îlonê 22 kes bi gumana pêwendiya wan bi êrîşê ve hene hatibûn desteserkirin. Roja 30ê Îlonê kesek hatibû girtin û 21 kes jî hatibûn azadkirin.

Hat ragihandin ku di vê çarçovê de, do jî 5 kesên din bi gumana pêwendiya wan bi êrîşê ve hene hatin girtin. Bi vî awayî, hejmara kesên ji ber êrîşê hatine girtin jî gihîşt şeş kesan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Parastina Gel (HPG) jî berpirsyartiya xwe li ser êrîşê ragihandibû û gotibû, êrîş ji aliyê du gerîlayên wan ve hatiye kirin.