Li Bexdayê 2 teqîn çêbûn: 8 hemwelatî û endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn

12 October 2022 13:30 0 dîtin
Li Bexdayê 2 teqîn çêbûn: 8 hemwelatî û endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Bexdayê 2 teqîn çêbûn û di encamê de 8 hemwelatî û endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, îro 12.10.2022yê bombeyeke çandî li ser rêya Nêsmî ya li sînorê qeza ya Tarmiye ya bakurê Bexdayê di otomobîlekê de teqiya û di encamê de 4 hemwelatî birîndar bûn.

Piştî tîmên endazyarî û hêzên piştevan gihîştin cihê bûyerê, bombeyeke din a çandî teqiya û ji ber wê 4 karmendên din ên ewlehiyê ku nav wan de efserek û çekdarekî koma Heşda Şeibî jî heye birîndar bûn.