Li Bexdayê du teqînên mezin çêbûn
PeyamaKurd - Li paytextê Iraqê Bexdayê du teqînên bihêz çêbûn û di encama teqînan de gelek kuştî û birîndar hene.
Li gor agahiyên destpêkê didin zanîn, li qada Teyeran a li Bexda ya paytexta Iraqê du teqînên bihêz çêbûn û nêzîkî 12 kes di encama her du teqînan de hatine kuştin û nêzîkî 25 kes jî birîndar bûne.
Herwiha medyaya Iraqê diyar dike, destpêkê bombeyeke vedayî li bazara qada Teyeran a li Bexdayê teqiya, pişt re xelk ji bo alîkariya birîndaran û rakirina termên kuştiyan kom bûn û kesekî ku kembera bombekirî li xwe kiribû, di nav xelkê de, xwe teqand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin