Li Yemenê du teqînên mezin çêbûn: 6 pisporên leskerî yên Îranî hatin kustin
PeyamaKurd – Li Yemenê di nava navendên çekdarên Husî yên ku Îran piştîvaniya wan dike, du teqînên mezin çêbûn û di encamê de gelek çekdarên Hûsî û 6 pisporên leşkerî yên Îranî hatin kuştin.
Li gor çend çavkaniyan li Yemenê do êvarî diyar kirin, di encama wan du teqînan de gelek çekdarên Husî hatine kuştin û ji bilî çekdarên Husî 6 pisporên leşkerî yên Îranî û çend pisporên leşkerî yên Libnanî jî hatine kuştin.
Herwiha heta niha Îran li ser vê mijarê tu daxuyanî nedaye û nayê zanîn teqîn ji ber bordimanê çêbûne yan jî ji ber sedemên din çêbûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin