SOHR: Li ser sînorê Iraq-Sûriye li nav hêzên Îranî teqînên mezin çêbûn

17 July 2020 21:02 0 dîtin
SOHR: Li ser sînorê Iraq-Sûriye li nav hêzên Îranî teqînên mezin çêbûn

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku gelek teqînên dijwar li herêmên di bin serweriya hêzên Îranî û komên alîgirên wê de, li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê çêbûn.

Li gorî SOHRê herî dawî 12ê vê mehê sewqiyatên leşkerî û lojîstîk ên nû yên girêdayî Heşdî Şabî ber bi herêmên di bin serweriya hêzên Îranê de li Bukemal a li rojhilatê Dêrazorê hatine kirin ku di wan sewqiyetan de endam û alavên lojîstîk ên ji Iraqê hatine jî hene.

SOHRê herwiha dibêje ku hêzên Îranê li herêma Bukemalê di navbera 48 saetên dawîn de rastî ti bombebaranan nehatine.

Lê belê gelek caran balafirên nenas bingehên leşkerî yên girêdayî Îranê li Sûriyê hedef digirin ku tê texmîn kirin ew êrîş ji aliyê balafirên Îsraîlê ve pêk tên.