SOHR: Li ser sînorê Sûriye mîlîsên Iraqê bombebaran kirin

14 July 2021 00:48 0 dîtin
SOHR: Li ser sînorê Sûriye mîlîsên Iraqê bombebaran kirin

PeyamaKurd – Rêvebirê Mala Çavdêriyê yê Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) Ramî Abdurrahman ragihand ku ber destê êvarê li ser sînorê Sûriyê hinek baregehên mîlîsên Iraqê hatine bombebarankirin.

Abdurrahman di ragihandina xwe de gotiye ku bi alavên hewayî yên nasnameya wan nediyar li ser sînorê Sûriyê-Iraqê nêzî Ebû Kemalê bombebaran çêbûye.

Li ser bûyerê heya niha ti terefekî agahiyê nedaye û di mijara zeraran de kes encamê nizane.