Li ser sînorê Sûriye-Iraqê dîwar tê lêkirin

03 March 2022 16:58 0 dîtin
Li ser sînorê Sûriye-Iraqê dîwar tê lêkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo rê li ber derbasbûna terorîstên DAIŞê bê girtin, Iraq di navbera sînorên xwe û Sûriyê de dîwarekî dirêj ava dike.

Serfermandarê Operasyonên Iraqê Ferîq Rukin Qeys Mehmedawî ji televizyona fermî ya Iraqê re eşkere kiriye, ew ê bi awayekî herî baş hewla parastina sînorê rojavayê Iraqê yê li gel Sûriyê bidin û gotiye, niha dîwarek di navbera sînorên Iraq-Sûriyê de tê lêkirin.

Mehmedawî diyar kiriye ku ew dixwazin bi wî dîwarê li sînorê navbera Iraq û Sûriyê rê li ber derbasbûna terorîstan a nav erda Iraqê bigirin.