Mitsotakis: Em ê lêkirina dîwarê li ser sînorê Tirkiyeyê li Herêma Evrosê biqedînin

01 April 2023 14:03 0 dîtin
Mitsotakis: Em ê lêkirina dîwarê li ser sînorê Tirkiyeyê li Herêma Evrosê biqedînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Mitsotakis diyar kir, ji bo parastina li hemberî koçberên bêdestûr, çi ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve tê dayîn yan na, ew ê lêkirina dîwarê li ser sînorê Tirkiyeyê li Herêma Evrosê biqedînin.

Serokwezîrê Yûnanîstanê di hevdîtina bi hilbijêrên bajarê Gerakasê re got, “Ez ê sibê biçim Evrosê. Ez ê derfeta îmzekirina biryara berfirehkirina xebatên avakirina dîwarê ku Ewropa û welatê me li dijî koçberiya bêdestûr diparêze, îmze bikim.”

Mîtsotakis got, bi saya kiryarên Yûnanîstanê Ewropa helwesta xwe guhertiye û niha girîngiya parastina sînorên derve di asta Ewropayê de dizane. “Pereyê Ewropa hebe yan nebe, lêkirina dîwarê li Evrosê wê biqede.”