Amerîka: Êrîsa hewayî ya ser sînorê Sûriye-Iraqê ne me kiriye

10 November 2022 02:04 0 dîtin
Amerîka: Êrîsa hewayî ya ser sînorê Sûriye-Iraqê ne me kiriye

PeyamaKurd – Fermandariya hêzên navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku do bi şev Amerîka êrîşeka hewayî ya leşkerî nekiriye ser sînorê Sûriyê û Iraqê. Berdevkê CENTCOM ê Joe Bochino ji bo Rûdawê got ku ti endamekî koalîsyonê ya li hemberê IŞİD ê êrîşa hewayî nekiriye. Bochino, li ser pirsa Rûdawê di ser e-maila xwe de weha got:

“Ev êrîş ji aliyê Amerîkayê de nehatiye kirin.”

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê SOHR ragihandibû ku di êrîşa ser rojavayê Dêrezorê de, do 14 mîlîsên Îranê hatibûn kuştin.

SHOR, ragihandibû ku balafira do bi şev êrîşê biribû ser Dêrezorê, nehatiye zanîn bê balafira kîjan dewletiye. Di êrîşê de kamyonên ku sîlihan dibirin û tankêrên ku petrolê dibirin hedefa balafirê bûn. SOHR weha got:

“Heya niha piraniya kesên hatine kuştin mîlîsên ku têkiliyên wan bi Îranê re hene. Ji ber rewşa hinek birîndaran girane, dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe. Tevî maddiyateka zêde çêbûye, dibe ku hinek miriyên din jî hebin.”