Amerîka: “Di êrîsa hewayî de 30 çekdar hatin kustin!”

13 September 2018 14:27 0 dîtin
Amerîka: “Di êrîsa hewayî de 30 çekdar hatin kustin!”

PeyamaKurd- Fermandariya Hêzên Amerîkî ragihand ku li Efganîstanê, di êrîşeke hewayî de herî kêm 30 çekdarên rêxistina Talîbanê hatin kuştin.

Fermandariya Hêzên Amerîkî ragihand ku li Efganîstanê li herêma Xezniyê, di 12 Êlûnê de balafirên şêrr yên Amerîkayê êrîş birine ser kozik û çeperên Talîbanê. Di van êrîşan de herî kêm 30 çekdar û fermandarên Talîbanê hatine kuştin.

Li gorî agahiyan, Hêzên Amerîkî bi hêzên Efganîstanê re ev êrîş kirine û bi hev re Talîban hedef girtine.