SOHR: Li ser sînorê Sûriye-Urdinê 20 qaçaxçiyên tilyakê hatin kustin û girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li ser sînorê Sûriye û Urdinê, 5 qaçaxçiyên madeyên hişbir hatin kuştin û 15 jî hatin girtin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, piştî şer û pevçûnên şeva borî li ser sînorê Sûriye û Urdinê, 5 qaçaxçî hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Herwiha 15 qaçaxçî jî ji aliyê hêzên Urdinê ve hatine girtin.
SOHRê diyar kiriye ku pevçûn li ser xeta çoltera El-Hemmad û gundê Zîbîn ê li Suweydayê derketiye ku di wê rêyê re madeyên hişbir derbasî Urdinê û ji wir jî derbasî welatên Kendava Erebî dibin.
Hate gotin ku piştî şer û pevçûnên ku 10 demjimêran dom kir, beşek ji endamên koma qaçaxçîtiyê reviyane nava Sûriyeyê.Hêzên Urdinê barekî mezin ji madeyên hişbir yên wekî Captagon û heşîşê desteser kir û termên kuştiyan jî bi xwe re bir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin