Li ser pira mezin a Kirimê teqînên mezin çêbûn

08 October 2022 14:08 0 dîtin
Li ser pira mezin a Kirimê teqînên mezin çêbûn

PeyamaKurd – Li ser pira mezin a Kirimê ku di bin kontrola Rûsyayê de ye, teqînên mezin çêbûn.
Li gor Moskowê diyar kir, êrîş bombeyî ye û ev weke ragihandina şerê li dijî Rûsyayê ye.
Ukraynayê her çiqasî berpirsiyarî negirt ser xwe jî, têkildarî teqînê de got: “Ev hîn destpêk e.”

Hat zanîn ku di encamê de zerareke mezin li ser rêya tevgera wesayîta bû.

Navenda Ragihandinê ya Têkoşîna li dijî Terorê li Rûsyayê îdaî kir, erebeya bombebarkirî li ser pirê hatiye teqandin.

Herwiha rêveberiya Moskowê jî teqîn weke ragihandina şerê li dijî Rûsyayê binav kir û got, wan dest bi lêkolînan kiriye.

Ukraynayê destnîşan kiriye: “Her tiştê ne rewa divê were tinekirin.”

Şêwermendiya Serokatiya Ukraynayê jî got, hîn welatê wan berpirsiyarî negirtiye ser xwe û got: “Her tişta ne rewa divê were tunekirin. Ukrayna wê deverên xwe careke din bidest bixe. Ev hê destpêk e.”