Colemêrg | 3 teqînên mezin çêbûn

09 July 2022 11:45 0 dîtin
Colemêrg | 3 teqînên mezin çêbûn

PeyamaKurd – Li bajarokê Geverê yê Colemêrgê derengiya şevê 3 teqînên mezin çêbûn. 

Li gor zanyariya, saet derdora 02.30 û 03.00an de li navenda Gever a Colemêrgê 3 teqînên mezin çêbûn. Li gorî agahiyan, teqîn li nêzî Qereqola Polîsan a 75încî Yil a li Taxa Kişlayê û navenda polîsan a li girê Şahîn pêk hatine.

Herwiha di dema teqînan de li deverên cuda yên navçeyê fîşekên hewayî avêtin navenda polîsan a li girê Şahîn. Piştî teqînan, li herêmê dengê çekan bilind bû. 

Hat zanîn, polîsên ku demek piştre sewqî herêmê hatine kirin, bi awayekî rasthatî li derdora xwe gule barandin.