Li Diyarbekirê 2 teqînên mezin çêbûn

19 May 2021 09:33 0 dîtin
Li Diyarbekirê 2 teqînên mezin çêbûn

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê do nîvê şevê 2 teqînên mezin li binkeyeke asmanî ya serbazî çêbû û bajar ji ber wan teqînan hejiya.

Li gor Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji ser Twitterê diyar kir, bi 2 dronan êrîşî baregeheke serbazî kirine û ew drone hatine pûçkirin.

Suleyman Soylu da zanîn, ti zirarek canî çênebûye.

Herwiha Parêzgariya Diyarbekirê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir, bi dronan êrîşek pêk hatiye û di encamê de ti ziyan çênebûye. 

Hêjayî gotinê ye, hem Suleyman Soylu û hem jî parêzgariya Diyarbekirê eşkere nekirin bê ka ew ew êrîş ji aliye kê ve hatiye encamdan.