Li Bexdayê 4 teqîn çêbûn: 7 kes birîndar bûn

09 February 2020 02:44 0 dîtin
Li Bexdayê 4 teqîn çêbûn: 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd-Li payîtexta Iraqê li Bexdayê 4 teqînên cuda pêkhatin û di encamê de 7 kes birîndar bûn. Tedawiya birîndaran dewam dike.

Li bakûrê Bexdayê li taxa Qahîre bobeya ku di rê de hatibû bicîhkirin teqiya û di encamê de jinekî û zilamekî birîndar bûn. Li taxa Hurriye di teqîna çêbû de 2 kes birîndar bûn.

Li devera Cûkûkê ya Bexdayê bombeya ku di rê de hatibû bicîhkirin teqiya û di encamê de kesekî giran birîndar bû. Li rojhilatê bajêr li taxa El Cedîde, di qehwexanekî de teqîn çêbû û 2 kes jî li wê derê birîndar bûn.

Rêvebirên asayîşê gumana DEAŞ ê dikin ji ber di destpêka xebata DEAŞ ê de, van taxan di bin îşxala wan de bûn.