Li rojavayê Bexdayê teqîn: Kustî û birîndar hene

27 August 2021 14:54 0 dîtin
Li rojavayê Bexdayê teqîn: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro înê teqînek li rojavayê paytexta Iraqê Bexdayê rû daye û li gorî zanyariyên destpêkê, kuştî û birîndar hene.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Bexdayê, teqîn li taxa Cîhad a li rojavayê bajarê Bexdayê rû daye.

Çavkaniyan eşkere kiriye ku di teqînê de 3 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne, lê hîn hejmara birîndaran nehatiye zelalkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev teqîn îro beriya ku sibe 28ê Tebaxê Kongreya Bexdayê ya Ewlehiyê bi welatên cîran û serokên welatên rojavayî re bê kirin pêk hat.