Iraq | Hejmara kustî û birîndarên teqînên Bexdayê 100 kesan derbas kir
PeyamaKurd – Di encama coteteqînên xwekujî yên li bazara paytexta Iraqê Bexdayê de, hejmara kuştî û birîndaran zêde bû.
Li gorî çavkaniyên medyayê hejmara kuştiyên teqînê 28 kesan ya birîndaran jî 73 kesan derbas kir.
Berpirsekî hikûmeta Iraqê ragihandiye, hejmara kuştiyên her du teqînên li bazara Teyeran a Bexdayê zêde bûye û gihîştiye zêdetirî 100 kuştî û birîndaran.
Di vîdyoyeyek li ser medya civakî hatiye belavkirin de xuya dike ku tevî dengê hawara xelkê, kesê ku vîdyoyê tomar dike, dibêje: “Ev cihê wê teqînê ye ku berî demeke kin, li Bab El Şerqî rûda.”
Piştî çend çirkeyan jî dengekî bihêz tê bihîstin û xelk hawar dikin û heman kes bi awayekî bêhnçikiyayî dibêje: “Ev teqîna duyem bû li devera Bab El Şerqî.”
#Baghdadexplosion| The moment of suicide bomber suicide among Iraqi people in Baghdad today #bab_alsharji #baghdadexplosion #انفجارات_بغداد pic.twitter.com/PA6wTc44OR
— Kareem Botane (@kareem_botane) January 21, 2021
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser twitterê ji bo wan teqînan xemgîniya xwe anî ziman û got, ew ji bo alîkariyê û dermankirina birîndaran wek Herêma Kurdistanê amade ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin