Li Bexdayê teqîneke mezin çêbû: Gelek kustî û birîndar hene

15 April 2021 16:35 0 dîtin
Li Bexdayê teqîneke mezin çêbû: Gelek kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li paytexta Iraqê Bexdayê teqîneke mezin çêbû ku hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Hat ragihandin ku teqîn îro piştî nîvro li qezaya Sedr a bajarê Baxdayê çêbûye û otomobîleke bombebarkirî hatiye teqandin.

Li gor zayariyan di encama teqînê de herî kêm 4 kes hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne.

Rêvebirê Polîsên Baxdayê piştrast kir ku teqîn bi riya bombeyekê bomebekirî hatiye kirin.