Teqîneke mezin li Bexdayê çêbû
PeyamaKurd - Li Iraqê teqîneke mezin li devera Kerade ya bajarê Bexdayê çêbû.
Li gor zanyariyan, teqîn bi rêya bombeyeke vedayî pêk hat û kompaniyeke ewlehiyê kiriye armanc.
Kompaniya ewlehiyê ku bûye armanca bombeya vedayî, peymana wê bi hêzên Amerîkî re heye.
Heta niha li ser ziyanên madî û giyanî, ji aliyên pêwendîdar ve ti zanyarî nehatine eşkerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin