Li bajarê Qudsê du teqîn çêbûn: Kustî û birîndar hene

23 November 2022 13:38 0 dîtin
Li bajarê Qudsê du teqîn çêbûn: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Orşelîm-Qudsê du teqîn çêbûn û di encama teqînê de kesekî can da û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gor ajansa AFP ya Fransî diyar kiriye, rayedarên ewlekariyê yên Îsraîlê dibêjin îro 23ê Mijdara 2022 du teqînên cuda li du wêstgehên otubusan li navenda bajarê Orşelîmê çêbûne.

Teqîna yekem di saet 07:00 bi dema Orşelîmê (demjimêr 08:00 bi dema Hewlêrê) çêbûye û teqîna duyem jî nîv saet paşê çêbûye.

Herwiha rayedarên pizîşkî û ewlekariyê yên Îsraîlê eşkere kirine, kesekî can daye û herî kêm 15 birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Li gorî zanyariyan, rewşa tendirustiya 4 ji birîndarên teqînên îro ne baş in.

Wezîrê Ewlehiya Giştî ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê bûyer weke "êrîş" bi nav kiriye.

Medyayên Îsraîlê diyar dikin, teqîn bi rêya bombeyan bûne ku di nava çante de li wêstgehan hatibûne danîn. Lê belê hê jî Polîsê Îsraîlê ew raport piştrast nekirine.

Polîsê Îsraîlê destnîşan dike, lêkolîn derbarê teqînan de destpê kirine û tîmên wan hê jî mijûlî lêkolînê ne.