Li bajarê Ehwaz ê Îranê teqîn: Herî kêm 6 kustî û 9 birîndar
PeyamaKurd - Li bajarê Ehwaz ê herêma Xûzistanê ya başûr rojavayê Îranê teqînekê rû da û herî kêm 2 kes hatin kuştin.
Medya dewletê ragihandiye ku ji ber herikîna gazê teqînê rû daye û herî kêm 6 kes hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.
Bajarê Ehwazê bi petrolê dewlemend e û beriya niha jî çend teqîn û şewatên bi guman li kargehên wê pêk hatibûn.
Di dîmenên belav bûne de xuya dibe ku cihê teqînê bajarê Ehwaz a navenda herêma Xûzistanê ye, li nêzîkî sûka bajêr tîmên rizgariyê di nava bermahiyên avahiyekê de li kesên ji teqînê rizgar bûne digerin.
Teqîn yek ji rêzeteqînên ku di mehên dawî de li Îranê rû didin e,ku gelek xalên kargehên nukleerî, stasyonên eleketrîkê û baregehên perwerdeyê yên Pasdarên Îranê hatibûn armanc kirin.
Tenê di dawiya meha Hezîrana borî de li navendeke tenduristiyê ya paytexta Îran Tehranê, di encama teqînekê de 19 kes hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin