Sûriye | Li bajarê di bin kontrola Tirkiyê de teqîn: 30 kustî û birîndar
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şevê din, li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê ku di bin kontrola Tirkiye û komên çekdar de ye, teqîneke mezin çêbû.
Li gorî zanyariyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) belav kirine, di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî de, zêdetirî 30 kes hatine kuştin û birîndar kirin.
SOHRê daye xuyakirin ku şeva borî di encama teqîna bombeyeke li navenda bazareke Ezazê de, 8 welatî hatin kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûn.
Bajarê Ezazê 20 kîlometre nêzî Efrînê ye û di bin kontrola komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye ku gelek caran teqînên bi vî awayî li wir rû didin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin