Sûriye: Em ê herêmên di kontrola Tirkiyê de ne rizgar bikin!
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê rejîma Sûriyê Feysel Miqdad di hevpeyvîneke ligel medya rûsî de got, ew ê herêmên dagîrkirî yên Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiyê de ne rizgar bikin.
Feysel Miqdad li ser pêwendiyên Sûriyê yên bi welatên ereb re jî diyar kir, pêwendiyên wan berdewam in û ew geşbînin ku Sûriye vegere nav Komkara Erebî.
Herwiha Miqdad li ser pêwendiyên Îran û welatên Kendava Erebî daye zanîn, ew piştgiriya gotûbêjên di navbera Siûdî û Îranê de dikin û heger têgihiştin di navbera welatên Erebî û Îranê de çênebe rewşa li Kendava Erebî jî aram nabe.
Miqdad di hevpevyînê de destnîşan kiriye ku ew ê wan herêmên ji aliyê Tirkiye ve hatine dagirkirin jî rizgar bikin.
Wezîrê Sûrî li ser rewşa xirab a aboriya Sûriyê û protestoyan jî gotiye, ew ji rewşê haydar in û hewl didin ligel dostên xwe çareser bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin