Tirkiyê 100 ciwanên ji Sûriyê sand herêmên jêr kontrola xwe

12 July 2022 14:21 0 dîtin
Tirkiyê 100 ciwanên ji Sûriyê sand herêmên jêr kontrola xwe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tirkiyê doh 11ê Tîrmehê 1000 ciwanên ji Sûriyê yên li Tirkiyê diman, di çarçoveya plana vegerandina penaberan de şandin Sûriyê.

Li gorî çavkaniyên herêmê ew rêya deriyê Bab El-Selam ê Ezazê hatine vegerandin ku ligel wan ciwanan belgeyên parastina demkî û kaxezên isbat dike ku ev ciwan ji kîjan salê ve li Tirkiyê bûn hene.

Hêjayî bibîrxistinê ye, deshilatdariya Tirkiyê planeke bicihkirina milyonek penaberan li herêmên ligel komên çekdar xistine kontrola xwe eşkere kiribû û hewl dide wê planê bibe serî.