WHO ji bo Tirkiyê û Sûriyê têra 400 hezarî alavên tenduristiyê sand
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku ji erdheja ku navenda wê Maraşe, ji bo mexdûrên erdhejê re desteka ku 400 hezar kes jê fêde bibînin, daye. WHO yê bi nivîskî ragihandina xwe kir û got ji bo destekê bidin êşên encama erdhejê 72 ton alavên emeliyatê û tenduristiyê teslîm kiriye. WHO weha got:
“Balafira yekem di 9 ê sibatê de ber Tirkiyê de bi hewa ket û tê de 37 ton alavên ku jiyanê rizgar dikin hene. Balafira ku tê de 35 ton alavên tenduristiyê hene wê îro bigihê Sûriyê. Alavên ku hatine şandin, dikarin bi wan100 hezar kes tedawî bibin û bi wan dikarin 120 hezar emeliyatên lezgîn bikin.
Balafira sêyem wê tê de 37 ton alavên tenduristiyê hebe û me plan kiriye ku di 12 ê sibatê de bigihê Tirkiyê û me hedefa xwe plan kiriye ku karibin ji bo 300 hezar kesên ku pêdiviya wan bi desteka tenduristiyê heye, derdê wan derman bikin.”
Rêvebirê giştî yê WHO yê Tedros Adhanom Ghebreyesus di mijarê de weha got:
“Ev alavên tenduristiyê yên ku jiyana mirovan rizgar dikin, gelek girînge ku ji bo birîndarên li Sûriyê û Tirkiyê û hem kesên ku bandora trajediya erdhejê li wan bûye, di dermankirina wan de bikarbînin. Kesên ku sax rizgar bûne, ji bo parastina wan ji sermayê, ji erdhejên ku dewam dikin û ji pirsgirêkên din ji bo wan biparêzin em bi wext re têdikoşin. Me bi temamî 110 ton malzeme bilez temîn kir û şand herêma Tirkiyê û Sûriyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin