Wezîrê Tirkiyê bi sandeke bilind a opozîsyona Sûriyê re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, piştî civîna asayîbûna bi rejîma Sûriyê re ku li Moskowê 28ê Kanûna 2022yan hatibû lidarxistin, cara yekem bi şandeke opozîsyona Sûriyê re civiya.
Hat ragihandin ku îro 3yê Çileyê Mevlut Çavuşoglu, pêşwazî li şanda Îtilafa Sûriyê ya Tirkiye piştevaniya wê dike re civîya.
Çavuşoglu îro Sêşemê pêşwazî li Serokê Îtilafê Salim El Maslat, Serokê Komîsyona Danûstankar Bedir Camus û Serokwezîrê Demkî yê Opozîsyona Sûriyê Abdurrahman kir.
Hat ragihandin ku di civînê de, geşedanên dawî yên derbarê Sûriyê de hatine axaftin û Tirkiyeyê pabendbûna xwe ya bi biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî bo çareseriya krîza Sûriyê dubare kiriye.
Hêjayî gotinê ye, piştî hevdîtina wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê li Mokowayê, li herêmên kontrola opozîsyonê li dijî asayîbûna bi rejîma Esed re nerazîbûn hatibû nîşandan û xwepêşandan hatibûn lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin