Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Komîserê Bilind ê NYê civiyan
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarên Penaberan Filippo Grandi, li ser mijara penaberan civiyan.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, îro li Enqerê bi Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarên Penaberan Filippo Grandi û şanda ligel civiya.
Di civînê de pêşhatên dawî yên li Afganistanê, bandora koçê û pêşkêşkirina alîkariya mirovî bo koçber û penaberan hatin gotûbêjkirin. Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarê Penaberan Filippo Grandi bi serdaneke 5 rojî li Tirkiyê ye û biryar e 17:00ê îro ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, îro Çarşemê di malpera wezaretê de hatiye belavkirin, Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarê Penaberan Filippo Grandi di çarçoveya serdana xwe de di rojên 07-11ê Îlona 2021ê de ji xeynî Enqerê serdana bajarên Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê jî dike û ji nêzîk ve rewşa penaberan dişopîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin