Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê sedema teqîna Silopiyê eskere kir
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, derbarê teqîna Silopiyê de daxuyanî da û ragihand, li gorî lêkolînên destpêkê yên ligel Wezareta Berevaniyê, êrîş ji ser sînorê Başûrê Kurdistanê hatiye kirin û tê nirxandin ku ji ber neyartiyeke li ser kana komirê ew êrîş hatiye encamdan.
Yerlîkaya daye xuyakirin ku di êrîşê de kesekî can daye û 8 kes jî birîndar bûne ku rewşa 2 birîndaran giran e.
Wezîrê Tirk daye zanîn ku lêkolîna li ser bûyerê dewam dike û ji malbatan re serxasî ji bo birîndaran jî selametî xwest.
Îro piştî nîvro li nêzîkî gundê Gite yê Silopiyê dema minîbuseke karkeran û otomobîlek derbas dibû li ser rê teqîn çêbû.
Şaredarê Silopiyê Nadîr Tosun dabû xuyakirin ku êrîş bi roketê çêbûye û kesekî jî can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin