Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Kiliçdaroglu dixwaze em ji Efrînê dekevin
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser vegerandina koçberên Sûrî yên li Tirkiyê û hebûna leşkerên Artêşa welatê wî di nav axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de axivî û diyar kir, eger ew koçberên Sûrî vegerînin welatê wan destpêkê karsazên Tirkiyê wê li dijî vê yekê derkevin. Soylu derbarê helwesta Serokê CHPê ya li dijî polîtîkayên hikûmetê yên li Sûriyê û koçberan de jî got: “Eger hûn bixwazin em ji Efrînê derkevin. Kiliçdaroglu dixwaze em ji wir derkevin.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu do di derbarê vegerandina koçberên Sûrî yên li Tirkiyê de û hebûna leşkerên artêşa welatê wî di nav axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de, di bernameyeke televizyonî de axivî.
Soylu di axaftina xwe de eşkere kir, di serdema wî ya Wezîrtiya Kar de hejmareke karsazan ji wî daxwaz kirine ku rê li karkirina koçberên Sûrî bê dayîn û got: “Li cihê herî baş ê Stenbolê rûne, di kargeha xwe de Sûriyan bide xebitandin û bîmeya wan çêneke. Pişt re bêje wê çi li van Sûriyan bê? Em koçberên Sûrî bişînin destpêkê wê karsaz li dijî vê yekê derkevin.”
Herwiha Soylu li ser dagîrkirina Efrînê û beşek din a axa Rojavayê Kurdistanê de jî destnîşan kir: “Me bi operasyonên Çiqlê Zeytûnê, Mertala Firatê û Kaniya Aşitiyê li Sûriyê qadeke 8 kîlomnetereyî ya bi ewle avakir.”
Herî dawî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê helwesta partiya sereke ya opozîsyona wî welatî CHPê yên li dijî polîtîkayên Sûriyê û koçberan de jî rexne li Serokê Giştî yê wê partiyê Kemal Kiliçdaroglu girtin û got: “Eger hûn bixwazin em ji Efrînê derkevin. Kiliçdaroglu dixwaze em ji wir derkevin. Ez bang li wan kesên li Semsûr, Kilîs û Dîlokê dikim. Li vê deverê 1 terorîst maye. Em ê wî jî bibînin. Eger em ji Efrînê derbikevin roja din wê ji Hatayê heta Semsûrê herî kêm 100 terorîst derbas bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin