Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Heta niha 58 hezar koçberên Ukraynî gihîstine Tirkiyê
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di derbarê hejmara penaberên Ukraynî de axivî û da zanîn, ji destpêka êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê ve û heta niha 58 hezar koçberên Ukraynî gihîştine Tirkiyê.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di bernameyeke televizyonî de diyar kir: “Ji despêkirina şerê Ukraynayê û heta niha 58 hezar Ukraynî hatine Tirkiyê.”
Herwiha got: “Ji vê hêjmarê 30 hezar bi rêyên bejayî derbasî welat bûne û 900 kes jî di ser welatekî din re bi rêyên hewayî hatine Tirkiyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin