Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Hêjmara kesên canê xwe ji dest dane gihîst 20 kesan

21 March 2023 13:03 0 dîtin
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Hêjmara kesên canê xwe ji dest dane gihîst 20 kesan

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu diyar kir, di lehiya 15ê Adarê ya li parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê de hêjmara kesên canê xwe ji dest dane gihîşt 20 kesan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, Wezîrê Gencîne û Darayî Nureddin Nebatî û Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahit Kirişçi 20ê Adarê li Navenda AFADê ya Rihayê derbarê lehiya li Riha û Semsûrê çêbûyî de daxuyanî dan.

Di daxwiyaniyê de Soylu da zanîn, meytê keça yek û nîv salî Zynep Zumra Tekdal ku li Semsûrê bi dayîka xwe re di lehiyê de wenda bibû hatiye dîtin û bi vî awayî hêjmara kesên di lehiyê de canê xwe ji dest dane gihîşt 20 kesan.

Roja Çarşemê 16ê Adara 2023an li beşek ji parêzgehên erdheja 6ê Sibatê ya Bakurê Kurdistanê û li çend parêzgehên din piştî bareneke zêde lehî rabibû û bi sedan mal û kon di bin avê de mabûn.