Serokwezîrê Ukrayna ligel sandeke bilind serdana Washingtonê dike
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihand ku Serokwezîrê Ukrayna Denys Shmyhal û şandeke bilind a Ukraynî ya ji berpirsên darayî pêk tê, hefteya pêşiya me ji bo civînên ligel Fonda Navdewletî ya Diravan (IMF) û Banka Diyanyê serdana Washingtonê dike.
Li gorî nûçeyê Serokwezîr Shmyhal, Wezîrê Darayî yê Ukrayna Serhiy Marçenko û Serokê Banka Navendî ya Ukrayna Kirilo Şevçenko wê bi rayedarên welatên G-7an re jî bicivin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wê rayedarên Ukraynayê 21ê Nîsanê beşdarîyê li civîna Banka Navendî ya derbarê Ukraynayê de bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, serdana şanda darayî û aborî ya Ukraynayê bo Washingtonê, yekem serdana bilind a piştî êrîşên Rûsyayê yên 24ê Sibatê dest pê kiribûn e ku rûbirû bi berpirsên aboriyê yên welatên cîhanê re dicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin