Li Ezaz a jêr kontrola Tirkiyê teqîn çêbû

23 August 2021 15:32 0 dîtin
Li Ezaz a jêr kontrola Tirkiyê teqîn çêbû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Ezazê yê dikeve bakurê Helebê ku di bin kontrola Tirkiye û komên çekdar de ye di encama teqandina bombeyekê de, 7 kes birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, li nava bajarê Ezazê bombeyek bi barhilgirekê de teqiya û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Bajarê Ezazê 20 km dikeve rojhilatê Efrînê û di destê artêşa Tirkiye û komên çekdar de ye.

SOHRê herwiha daye xuyakirin, roja 19ê Tebaxê jî bombeyek bi otomobîlekê de teqiyaye û di encamê de mêr û jinek birîndar bûne.