Sûriye | Li du bajarên kontrola Tirkiyê teqîn: 1 kustî, 3 zarok birîndar bûn
PeyamaKurd - Li bajaroka Cerablus a Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiye û komên çekdar de ye, di encama teqîna mînekê de 3 zarok birîndar bûn. Herwiha li bajarê Babê di encama teqînekê de serokê saziyeke hawarçûnê ya Tirkiyê hat kuştin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) li gundê Qîrata yê Cerablusê mîneke paşmayên şer teqiya, di encamê de 3 zarok birîndar bûn.
SOHRê diyar kir ku li bajarê Babê jî bombeyek bi otomobîleke Serokê Saziya IYD a Hawarçûnê ya Tirkiyê de teqiya û di encamê de ew kes hate kuştin.
Hêjayî gotinê ye, Cerablus û Bab di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike de ye û rewşa ewlehiyê li wan herêman xirab e ku gelek caran di teqînan de sivîl dibin qurbanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin