Sûriye | Li ber avahiya rêveberiya bajarê Cerablûsê du teqîn çêbûn

28 September 2021 14:20 0 dîtin
Sûriye | Li ber avahiya rêveberiya bajarê Cerablûsê du teqîn çêbûn

PeyamaKurd - Li bajarê Cerablus ê Sûriyê ku di kontrola Tirkiye û komên çekdar de ye, li pey hev du teqîn çêbûn.

Li gorî zanyariyên ji herêmê di encama teqînên li bajarê Cerablusê yê gundewarê rojhilatê Helebê çêbûne de 15 kes birîndar bûne.

Hat zanîn ku her du teqîn jî li nêzî avahiya rêveberiya herêmî ya Cerablusê rû dane. Li gorî çavkaniyên xwecihî yek ji teqînan bi danîna bombeyeke nav konteynira çopê ya duyem jî bi teqandina motorsiklêtekê rû daye.

Derbarê ziyanên teqînan de hîn ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve nehatiye belavkirin.