"Rêveberiya niha ya Sûriyeyê nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê nake"
PeyamaKurd – Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif diyar kir ku Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê ne gaveke rast e û got, "Pirsgirêka Kurd bi ragihandina kongreyê çareser nabe.
Feysel Yûsif di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê 25ê Sibata 2025an de got, "Divê hemû alî ji bo Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê werin vexwendin."
Yûsif diyar kir ku hin nav ji ENKSê ji bo Kongreya Diyaloga Niştimanî hatibûn vexwendin, lê wan ev vexwendin red kirin.
Berdevkê ENKSê got, "Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyê ne gaveke rast bû" û got, bi ragihandina kongreyê pirsgirêka Kurd çareser nabe.
Deklerasyona dawî ya Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ku li Şamê hat lidarxistin, îro hat weşandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin