'Rêveberiya nû ya DYAyê hemû pêkhateyên polîtîkaya xwe diguherîne'
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov diyar kir ku rêveberiya nû ya DYAyê hemû pêkhateyên polîtîkaya derve guhertiye û got, "Ev yek li gorî nêrîna me ye."
Peskov di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala televizyonê ya Rossiya-1ê de têkiliyên Rûsya û Amerîkayê nirxand.
Peskov bal kişand ku wan bi DYAyê re li ser pêşnûmeya bêalî ya li ser krîza Ukraynayê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) deng da û got, "Berê zehmet bû ku meriv vê yekê xeyal bike. Rêvebiriya nû ya Amerîkayê tevahiya pêkhateya siyaseta derve diguhere. Ev bi dîtina me re têkildar e."
Peskov diyar kir ku ew hewl didin bi Amerîkayê re diyalog û têkiliyên dualî ji nû ve bidin destpêkirin û got, "Em ê di rêyeke dûr û dirêj re derbas bibin, ji ber ku zirareke mezin gihandiye hemû aliyên têkiliyên dualî, lê heke îradeya siyasî ya her du serokan dewam bike, em ê vê rêyê bi lez û bez derbas bikin."
Peskov îhtîmala hevkariya bi DYAyê re ya li ser hêmanên erda kêm kêm nirxand û diyar kir ku nûnerên DYAyê daxuyaniyên "Piştî pirsgirêka Ukraynayê çareser bibe wê di warê aboriyê de bi Rûsyayê re jî dest pê bike."
Peskov got, "Ez difikirim ku divê niha qadên muhtemel ên hevkariyê werin destnîşankirin, lê em nikarin di vî warî de aniha li hêviya encamên bi lez bin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin