Pedersen: Em naxwazin rêveberiya Sûriye û HSD rêya rûbirûbûna leskerî hilbijêrin

22 January 2025 18:44 0 dîtin
Pedersen: Em naxwazin rêveberiya Sûriye û HSD rêya rûbirûbûna leskerî hilbijêrin

PeyamaKurd – Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Otto Pedersen, di civîneke rojnamevanî ya li Şamê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Pedersen li ser nakokiyên navbera rêveberiya nû ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) got ku hevdîtinên aliyan hene û ew derbarê wan danûstandinan de xweşbîn in.

Nûnerê NY got, “Em naxwazin îdareya nû ya Sûriyê û HSD ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera xwe bala xwe bidin çareseriya leşkerî.”

Geir Pedersen diyar kir ku derbarê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de danûstandin di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hene û da zanîn, “Em derbarê wan danûstandinan de jî xweşbîn in, ji ber ku çareseriya leşkerî xizmeta ti aliyan nake.”

Herwiha Pedersen got, “Divê em xwe ji rûbirûbûna leşkerî ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta veguhêz de dûr bixin, ku dê bandorên xirab li Sûriyê bike.”